Hevkariya bi çepgirên tirk re, ji gelek hêlan ve stratejiyeke şaş e!
Berî ku hin kes aciz bibin, ji kerema xwe re bila gohê xwe bidin çend sedemên min.
Şaş e: Ji ber ku bi qasî nîv parlamenterî jî dengê partiyên tirk yên çep tune ne, loma heqê siyaseta kurd tune ku sê çar parlamenterî diyarî çepên tirk bike! (Li vir rewşa Sirri Sûreya Onder gelekî cûda ye! Ji xwe ew jî xwe naxe nav konê klasîk yê çepên tirk!)
Şaş e: Kesên ku ji min bawer nakin, bila li îstatîstîkên dawî yên 5 hilbijartinên Tirkiyê binêrin; Dê bibînin ku ew her dem li ser milê civaka kurd barekî mezin in!
Şaş e: Ji ber ku dema lazim be, çepgirên tirk bi teoriyên xwînşîrîn ve aqilê siyasetmedarên kurd diçelqînin û rê li ber geşedana neteweperweriya kurd û Kurdistanê digirin.
Şaş e: Ji ber ku di van 30 salên dawî de hemû "dew û mast"ê çepên tirk hatiye ceribandin; lê tu xêra wan ya konkret negihîştiye dîwarekî Kurdistanê jî.
Şaş e: Ji ber ku êdî zarokekî Kurdistanê jî dizane ku partiyeke ku tu tiştê wî tunebe meriv nikare pê re hevkariyê bike, lê helbet meriv dikare piştgiriyê bidiyê.
Şaş e: Ji ber ku zikê Bakur ji teoriyên çepên tirk heta tu bêjî têr e; pêdivî bi rengînî û kurdbêjiya hemû partî û dezgehên kurd heye; nexwe tiştên din çeqçeqok in.
Şaş e: Ji ber ku çeqçeqokên çepên tirk ji Kurdistanê re deriyekî azadiyê venakin bavê min; êdî gohê xwe bidine "aşê Kurdistanê"!
Şaş e: Lêêêê... Helbet bila kurd şev û roj "goşt û birinc"ê bidine çepgirên tirk, bila ji wan re mêvanperwer bin, dema lazim be bila zikata siyaseta xwe jî bidine wan, lê bila qet û qet "mase û kursî"yên xwe yên siyasetê teslîmî çepên tirk nekin, ji bo Xwedê!
Şaş e: Ji ber ku li Tirkiyê çepgirtiyeke rast tune ye û nehatiye avakirin; êdî her kes jî dizane ku bi destê Atatûrk û MÎTê çend partiyên çep hatine avakirin.
Şaş e: Divê êdî partiyên çep yên tirk li ser bêndera siyaseta kurd neçêrin û divê êdî dev ji pêsîra civaka kurd berdin heyran.
(Ka bise, ez 10 deqeyan jî bixim "Heylo hawarrrr!" belkî hema kesekî dengê min seh kir!)
Heylo hawarrrr!
Hevkariya bi çepgirên tirk re şaş û malxirabî ye heyran!
Heylo hawarrrr!
Hevkariya bi çepgirên tirk re şaş û malxirabî ye heyran!
Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com
Kaydol:
Kayıt Yorumları (Atom)
Çend Etîketên Nivîsan
aştî
ax
belediye
berlîn
bindest
CIA
çalakî
çepo
çîrok
derî
dirû
evdile
ezbenî
festîval
fîlm
Freud
gewez
heval
koçer
komplo
kurdî
kurmancî
mirin
MOSSAD
mûzîk
neteweyî
pêlava birîndar govendistan çîrok mirin koçername
pirtûk
polîs dayîk pêlava birîndar çîrok wêne rapor çalakî
serdest
Sigmund
şer
tiral
tirkî
welatparêz
welatparêz tirkî ezbenî şer aştî
yekmal
ziman
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder