ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer - Nexweşiyên Bindestan

Nexweşiyên bindestan bêreng û bêfesal in; serserî û bêserî ne; bêçare û bêderman in; şîzofrenîk û mîzofrenîk in; stûr û pehn in; kurt û dirêj in; neteweyî û navneteweyî ne; ne tê gotin û ne tê sotin in…

Bêlome ne ezbenî, bêlome!!!

Rojê sê danan di televîzyonên xwe de derkevin jî, lê ya rastî dixwazin di sergoya medyaya bindestan de pozê xwe derxînin, da ku li wir ‘nexweşiya xwe’ nîşanî her kesî bikin.

Ji nan û avê bêtir hez ji teoriyên komployî dikin; roja ku hevsarê CIA, MOSSAD, MÎT û TÎTê bi hev re grê nedin sebra wan nayê; roja ku îmana komployeke nû dernexînin wê ji nêza bimirin heyran.

Xwe wekî ‘bav û bapîr’ê wêjeya kurdî, sultan û paşayê siyaseta kurdî û xal û xaltîkên hemû quzilqurtan bi nav dikin; lê wekî zarokên ber taq û dîwaran serê pêşîn dixwazin di neynika serdestên xwe de ‘keçel’iya xwe nîşanî me bikin.

Dema ku carekê bêhemdî jî ji serdestên xwe aciz bibin, çi ecêb e ku hema di cih de çêr û xeberan li muxalîfên xwe dibarînin. (Tu li ku yî Sigmund Freud???)

Ji kêfxweşî û bextewariya her kesî dihesidin; dema ku nûçeyeke xweş an jî mizgîniyeke xêrê seh dikin, dibêjin qey wê tişteke nexweş bête serê wan.

Bêhemdî gotineke xweş ya kurdî jî bikeve ser devê wî, mêrê diya me illeh billeh dixwaze ku li ber mehkemeya zimanê tirkî maneya wê gotinê derxîne, bipîve, bidarizîne, sed mane û analîzên beredayî pê ve deyne. Nexwe sebra wan nayê ezbenî; ji ber ku li ber mizgefta tirkî mezin bûne. (Ez niha tif bikim erdê, wê niha yek bibêje ka tirkiya wê çi ye??? Xwedayooo, ma nexweşiyek ji vê mezintir heye???)

Her çiqas ku ew li dijî serdestan jî bin, lê hez dikin ku rojek ji rojên Xwedê bibin ‘serdest’ê civaka xwe, da ku li ser serê civakê kêfa axatiyê bikin û firşiya her kesî derxînin.

Dixwazin ku bindestiya xwe di bazara serdestan re bixin du qurîş pere. Ji bo vê yekê sed fetl û fîtan didin bindestiya xwe; li ba serdestan xwe wekî bindestê herî resen bi nav dikin.

Li ber radyoya Enqerê mezin bibin jî, lê li her derî behsa radyoya Êrîwanê dikin û bi rengekî bi welatparêziya xwe ya vala ve pîne dikin.

Li tu derî behs nakin bê çawa ew bibûn bilbilê tirkî, lê li her derî dengê xwe bilind dikin bê çawa di zarokatiya xwe de xwedêgiravî bi dizîka fêrî kurdî bûne. (Tu dibêjî qey meriv dû re fêrî tiştekî bibe eyb e. İlleh billeh zarokatî. Ya rebî bêlome!!!)

Hez dikin ku li ber navê wan ‘PROF û D.r.’ bête nivîsandin, da ku bikaribin kopalê xwe yê ‘xwelîseriya zanîn’ê li serê civakê jî bixin. (Lê Doktor û Profesorên wan tu carî li ber navê xwe tişteke wisa nanivîsin. Ji ber ku hin kes pêşî fêrî têgehên ‘mûtevazî’tiyê dibin!)

Dû re kurdî kişf dikin. Li ber deriyên serdestan dixwazin bejna kurdiya xwe bipîvin; dixwazin li ber wan deriyan kiraseke lewitî ji kurdiya reben re peyda bikin.

Nexweşiyên bindestan bêreng û bêfesal in; serserî û bêserî ne; bêçare û bêderman in; şîzofrenîk û mîzofrenîk in; stûr û pehn in; kurt û dirêj in; neteweyî û navneteweyî ne; ne tê gotin û ne tê sotin in…

Bêlome ne ezbenî, bêlome!!!

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder