ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Serpêhatiya min ya "Bakurê Kurdistanê û Qûna Kerê"!

Li Almanyayê ji min pirs kirin: "Tu ji ku derê yî?"

Min got, "Ez ji Kurdistanê me!"

Yê alman pirsî: "Ji kîjan perçeyê Kurdistanê yî?"

Min got: "Ji Bakurê Kurdistanê!"

Yê kurd pirsî, "Ji Tirkiyê an ji Îraqê?"


Min got, "Ji qûna kerê!"

:-)

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

1 yorum:

  1. Bi rastî gelek kena min hat:) koçerê bira hinek mirov hene pirsan gelek caran dubare dikin loma te jî bersivek şidandî daye dest camêr.

    YanıtlaSil